CHP`ê Bînalî Yildirim rexne kir
Alîkarê Partya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) ji Bînalî Yildirim, xwest yan dev ji serokatiya Meclisê berde yan jî xwe ji namzediya şaredariya Stenbolê wêde bide.
Seîd Turon, li hevpeyvîna bi Radyoya Tirkî ya pişka Dervesînorî ya IRIB News`ê got: Binalî Yildirim, berovajî meyl û heza xwe wekî namzedê Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo şaredariya Stenbolê hatiye bijartin, lê ew nikare karekî bike ji ber ku li hember Receb Teyîb Erdogan tu vîneka wî tuneye.
Binalî Yildirim, wek berteka li hember axivtinên Toron ragihand: Wê bersivê bide hemî welatiyên Stenbolê û Erdogan bixwe.
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, vê dawiyê Binbalî Yildirim, serokê niha yê Parlimanê Tirkiyê, wekî namzedê Partya Dad û Geşepêdanê ji bo şaredariya Stenbolê li hilbijartina şaredariyan ku biryar e li 31`ê Adara 2019`an were lidarxistin, nasand.