Erdogan û Merkel bi telefonî bi hev re axivtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299795-erdogan_û_merkel_bi_telefonî_bi_hev_re_axivtin
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2019 08:56 Asia/Tehran
  • Erdogan û Merkel bi telefonî bi hev re axivtin

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.

Ajansa AAyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê di nûçeyeka xwe de belav kir ku, li gor daxuyaniya Serokatiya Tirkiyê roja Yekşemê 30.12.2018 Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî pêk anîn û li ser çend pirsên giring gotûbêj kirin.

Li gor heman çavkaniyê herdu aliyan li ser pirsa biryara vekişandina Hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê, hitmala êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê û pêwendiyên herdu welatan hat behskirin.