Berteka dîplomatê tirk li hemberî gotinên senatorê amerîkî li bara kurdên Sûriyê
Sefîrê Tirkiyê li Amerîkayê gotin û helwêsta senatorê komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham li bara kurdên Sûriyê wek piştgiriya ji terorîsmê daye zanîn.
Li gor nûçeya malpera Tesnîmê ya Îranê, Sefîrê Tirkiyê li Amerîkayê Serdar Kilîç îro bi weşandina peyamekê di Twittera xwe de derheq gotinên senatorê Komarî yê eyaleta Karolînaya başûrê Lindsey Graham bertek nîşan da.
Serdar Kilîç di Twittera xwe de nivîsiye: Hêvîdar emebesta vî senatorê amerîkî ji hevpeymanên kurd YPg û PKK nebe, çûnku Tirkiye wan terorîst dizane.
Lindsey Graham li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, wî duh bi serokê Amerîka Donald Trump re li ser rewşa Sûriyê hevdîtin kiriye û hevdîtina wî û Trump jî “baş” derbas bûye.
Lindsey Graham daye zanîn ku wan li ser rewşa kurdên Sûriyê û metirsiyên vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê gotûbêj kirine û gotiye, Trump razî bû ku hêzên Amerîkî li ser hemdê xwe ji Sûriyê vekişin ne bi lez. Wî îdia kiriye ku ew dixwazin DAIŞ bi temamî were tinekirin, Îran ji valahiyê sûdmend nebe û hevpeymanên me yên kurd jî bên parastin.