Zêde ji 290 hezar penaberên sûrî ji Tirkiyê vegeriyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299768-zêde_ji_290_hezar_penaberên_sûrî_ji_tirkiyê_vegeriyan
Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ragihand: Bi baştirbûna rewşê li Sûriyê, 290 hezar ji penaberên sûrî yên rûniştiyê Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2018 14:18 Asia/Tehran
  • Zêde ji 290 hezar penaberên sûrî ji Tirkiyê vegeriyan

Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ragihand: Bi baştirbûna rewşê li Sûriyê, 290 hezar ji penaberên sûrî yên rûniştiyê Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê, Îsmaîl Çatakelî îro li hevpeyivînekê tevî amajeya bi baştirbûna rewşê li gellek ji navçeyên Sûriyê, got: Bi baştirbûna rewşa jiyanê û ewlehiyê, vegeriyana penaberên sûrî yên li Tirkiyê bo welatê xwe zêde bûye.

Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê her wiha got: Zêde ji 3/5 miliyon kes ji penaberên sûrî li Tirkiyê ne. Ji vê hejamrê kêmtir ji sedî 10ê li kampên penaberan hatine bicihkirin û yên din jî li bajarên cûrbicûr ên Tirkiyê ne.

Hêjayî gotinê ye ku serdestiya dewleta navendî ya Şamê li ser axa Sûriyê gihîştiye zêde ji sedê 83ê û bi têkçûna têrorîstan û derketina hêdî hêdî ya çekdarên Amerîkayê, rewşek pêk hatiye ku pirraniya aware û penaberên sûrî hewil didin ku herî zûtir vegerin welatê xwe.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.