Hikmê girtinê bo bi dehan kesên din ji eskerên Tirkiyê re hat dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299763-hikmê_girtinê_bo_bi_dehan_kesên_din_ji_eskerên_tirkiyê_re_hat_dayînê
Dozgeriya giştî ya Enqerê hikmê girtina 60 kes ji kedkarên hêza hewayî ya artêşa Tirkiyê ji wan 4 efserên pilebilind re bi tawana hevkariya bi koma Fethullah Gulen re da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2018 13:16 Asia/Tehran
  • Hikmê girtinê bo bi dehan kesên din ji eskerên Tirkiyê re hat dayînê

Dozgeriya giştî ya Enqerê hikmê girtina 60 kes ji kedkarên hêza hewayî ya artêşa Tirkiyê ji wan 4 efserên pilebilind re bi tawana hevkariya bi koma Fethullah Gulen re da.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, polîsê Tirkiyê li çarçoveya hikmê dozgeriyê ji vê sibê ve  bi awayekî hevgav li çend parêzgehên vî welatî bo girtina van kesana ketiye tevgerê.

 Li du ehftiyên derbasbûyî, nêzîkî 400 eskerên Tirkiyê bi tawana peywendiya bi koma Gulen re ku dewleta Tirkiyê ew wekî dîzaynerê sereke yê darbeya  bêencam a 15 Tîrmeha sala 2016`an dizane, hatin girtin.

 Li du sal û nîva ku ser kiryara komek ji eskeran  bona derbeyê derbas dibe, heya niha zêde ji 110 hezar kes ji kedkarên dewletê û saziyêîn curbiure dewletê û hikûmetê yên vî welatî ji kar hatin derxistin û zêde ji 55 hezar kes  têkildarî vê meselê hatine girtin.