Tirkîye ji bo dirêjkirina dewra muafbûna ji boykotên dijî nifta Îranê hewil dide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299734-tirkîye_ji_bo_dirêjkirina_dewra_muafbûna_ji_boykotên_dijî_nifta_Îranê_hewil_dide
Wezîra Ticareta Tirkîyê ragihand ku Enqere ji bo dirêjkirina dewra muafbûna ji boykotên Amerîkayê yên dijî nifta Îranê hewil dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2018 15:13 Asia/Tehran
  • Tirkîye ji bo dirêjkirina dewra muafbûna ji boykotên dijî nifta Îranê hewil dide

Wezîra Ticareta Tirkîyê ragihand ku Enqere ji bo dirêjkirina dewra muafbûna ji boykotên Amerîkayê yên dijî nifta Îranê hewil dide.

Li gorî rapora Malpera Aran News`ê, Wezîra Ticareta Tirkîyê Ruxsar Pekhan bal kişand ser rêketinama ticareta azad a di navbera vî welatî û Îranê da û got: Enqere hewil dide bikaribe bi dirêjkirina dema muafbûna ji boykotên Amerîkayê yên dijî nifta Îranê asta hevkarîyên digel Têhranê jorda bibe.

Wezîra Ticareta Tirkîyê herwiha got: Muzakirên digel rayedarên amerîkî di asta Wezareta Ticaretê û herwiha di pişka têknîkê da tên domandinê.

Amerîkayê di 8`ê Gulanê da bi vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê careka boytkot ser Îranê da sepandin û gef kirîye ku Waşîngton dê her welatê ku kirrîna nifta Îranê bidomîne boykot bike.

Gellek welatên cîhanê ji wan Çîn, Ûrsêt, Hind û Tirkîyê guh nedan boykotên Amerîkayê û li dijî wan derketin, bi dû vê yekê Serokomarê Amerîkayê Donald Trump neçar ma ji hin boykotan bê xarê.

Di dawîyê da Amerîkayê di çarçova muafbûneke demkî da rê da 8 welat ji wan Çîn, Hind, Îtalya, Yûnan, Japon, Koreya Başûr, Tayvan û Tirkîyê ta ku bikaribin kirrîna nifta Îranê bidomînin.