Rayedarekî YE`yê li dijî endametîya Tirkîyê di wê Yekitîyê da derket
Berbijarê Serokatîya Komsyona Ewropayê dîyar kir ku heke vê postê bigire destê xwe dê muzakireyên endametîya Tirkîyê di vê Yekitîyê da rawestîne.
Li gorî rapora Rojnama Handelsblatt`ê, Serokê Fraksyona Partîya Gel a Parlimana Ewropayê û Berbijarê Hilbijartinên Serokatîya Komsyona YE`yê Manfred Weber pêgirî kir ku heke ew bibe Serokê Komsyona YE`yê, dê gotûbêjên endametîya Tirkîyê di YE`yê de bi dawî bîne û yê wan muzakirana veguherîne ``muzakirên şirîkatîya digel vî welatî.``
Serokwezîrê Otrîşê Sebastian Kurz û Komîserê Berfirekirina YE`yê Yohannes Han jî li dijî dewama muzakireyên endametîya Tirkîyê di YE`yê da derketine.
Peywendîyên di navbera Tirkîyê û YE`yê da bi dû girtin û jikarderxistinên berfire ên ji hêla dewleta Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogîn va, piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an sar bûne.