Hêzên PKKê 6 çekdarên Tirkiyê kuştin
Mêdyayên nêzikî PKKê salix dan ku 6 kes ji çekdarên Tirkiyê li navçeya Lîlkanê li parêzgeha Hewlêrê di pevçûna digel hêzên PKKê hatine kuştin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera Roj Newsê, Navenda ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel ku baska leşkerî ya PKKê tê zanîn, bi weşandina daxûyanioyekê ragihand ku roja Îniyê, 28ê Kanûna 2018an, hêzên PKKê operasiyonek li dijî baregehên çekdarên Tikriyê li navçeya Lîlkanê ya parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê pêk anîne.
Li gorî vê nûçeyê, di vê êrîşê da 6 çekdarên Tirkiyê hatine kuştin û yekî din jî birîndar bûye û gellek çek û rextê çekdarên Tirkiyê jî ketiye destê hêzên PKKê.
Çekdarên Tirkiyê ji meha Adara sala 2018an da ketine kûrahiya 30 Kîlomitriya axa Herêma Kurdistana Iraqê û baregehên leşkerî li wir çêkirine û operasiyona berfireh a leşkerî li van navçeyan li dijî hêzên PKKê ava kirine û her rojê şer û pevçûnên giran di navbera wan da û hêzên PKKê diqewime.
Ji aliyê din va, Artêşa Tirkiyê êrîşên topxaneyî û hewayî yên giran li dijî malên xelkê li Herêma Kurdistana Iraqê pêk tîne.