Erdogan ji helwestên xwe yên derbarê Sûrîyê da hat xarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299686-erdogan_ji_helwestên_xwe_yên_derbarê_sûrîyê_da_hat_xarê
Serokomarê Tirkîyê got ku heke komên kurd ji Minbicê û rojhilata Firatê li bakura Sûrîyê derkevin, idî Enqerê hîç karek li Sûrîyê tinabe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2018 04:33 Asia/Tehran
  • Erdogan ji helwestên xwe yên derbarê Sûrîyê da hat xarê

Serokomarê Tirkîyê got ku heke komên kurd ji Minbicê û rojhilata Firatê li bakura Sûrîyê derkevin, idî Enqerê hîç karek li Sûrîyê tinabe.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan herwiha got: Tirkîye piştgirîyê dide yekperçetîya axa Sûrîyê û Minbic a Sûrîyê ye.

Eva di halekî da ye ku Erdogan di hefteyên buhurî da berdewam gefa opêrasyona leşkerî li dijî Minbicê û rojhilata Firatê dikir.

Herwiha ev gotinên Serokomarê Tirkîyê di halekî da ne ku Artêşa Sûriyê duh di daxûyanîyekê da ragihand: “Ji bo sepandina serweriya dewletê bi ser her bihosteke axa Sûriyê û di bersiva bangewazîya xelkê navçeya Minbicê de, Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar, çûna çend yekîneyên Artêşa Sûriyê bo nav Minbicê û bilindkirina ala welêt li vî bajarî radigihîne”.

Artêşa Sûriyê herwiha radigihîne: “Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Sûriyê tekezîyê li ser giringiya yekxistina hewlên hemû lawên niştiman ji bo parastina serweriya niştimanî dike û em pêkutîya xwe li ser nehêlana terorê û derxistina hemû dagîrkeran ji axa paqij a Sûriyê dubare dikin”.