Erdogîn bertek nîşanî derbasbûna Artêşa Sûrîyê nav Minbicê da
Serokomarê Tirkîyê derbarê opêrasyona rojhilata Firatê de bi gotina vê yekê ku dewleta Sûrîyê li Minbicê dest bi şerê rewanî kirîye, ragihand: Tenha armanca me ew e ku dersa ibretê bidin YPG`ê û em di vî warî da gellekî ciddî ne.
Li gorî rapora Ajansa nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan îro got: Em hemî alîyan derheq dûrketina ji gotin û kiryarên handêr ku diqewime bibin sedema aloztirbûna rewşa navçê, hişyar dikin.
Wî herwiha got: Desteyek pêkhatî ji Wezîrê Berevanîyê, Serokê MIT`ê, Nunerê Taybet ê Serokomar û Sefîrê Tirkîyê dê sibê bi serokatîya Wezîrê Karên Derve here Moskowê.
Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Li gorî ihtimalê ez ê bi rêya telefonê bi Pûtîn re biaxivim an li Moskowê wî bibînim. Em divê meseleya Sûrîyê bi awayekî ciddî hilkolînin.
Li gorî raporên mêdyayên herêmê, hêzên artêşa Sûriyê îro derbasî şarê Minbicê bûn û li çend cihên sereke yên navenda vî şarî bi cih bûn û yekser ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kirin.
Artêşa Sûriyê jî di daxuyaniya xwe de, radigihîne: “Ji bo sepandina serweriya dewletê bi ser her bihosteke axa Sûriyê û di bersiva bangewazîya xelkê navçeya Minbicê de, Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar, çûna çend yekîneyên Artêşa Sûriyê bo nav Minbicê û bilindkirina ala welêt li vî bajarî radigihîne”.
Artêşa Sûriyê herwiha radigihîne: “Fermandariya Giştî ya Sûriyê tekezîyê li ser giringiya yekxistina hewlên hemû lawên niştiman ji bo parastina serweriya niştimanî dike û em pêkutîya xwe li ser nehêlana terorê û derxistina hemû dagîrkeran ji axa paqij a Sûriyê dubare dikin”.