Tirkiye nahêle ku Emerîka seredana mûşekên S-400 ên Rûsiyê bike
Sputnikê ji zarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihandiye ku Tirkiye dê tu carî derfetekê pêk neyne ku Emerîka bikaribe seredana sîstema berevaniya hewayî ya mûşekên S-400 a Rûsiyê bike an çavdêriya wan bike.
Li gorî rapora IRNAyê, vê ajansê roja pêncşemiyê nivîsî ku Mewlûd Çawûşoglu ev gotina roja çarşemiyê li hevdîtina Elêksî Yerxov balyozê Rûsiyê li Enqerê hilêxistiye. Vê ajansê ji zarê yek ji çavkaniyên nûçan ku navê wê ranegihandiye, îdia kir ku tu muzakireyek navbera rayeadrên Tirkiyê û Emerîkayê bo hilkolandina şêwaza karê mûşekên li dijî hewayî yên S400 a Rûsiyê cih nehatiye. Çend rojan berî niha rojnama Blombêrgê îdia kir ku rayedarên Tirkiyê vê dawiyê bi Emerîkayê re li hev kirine ku Waşengton bikaribe piştî wergirtina mûşekên S-400 ên Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê li bara kar û qaweta wan lêkolînê bikin.