Tirkiye nahêle ku Emerîka seredana mûşekên S-400 ên Rûsiyê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299650-tirkiye_nahêle_ku_emerîka_seredana_mûşekên_s_400_ên_rûsiyê_bike
Sputnikê ji zarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihandiye ku Tirkiye dê tu carî derfetekê pêk neyne ku Emerîka bikaribe seredana sîstema berevaniya hewayî ya mûşekên S-400 a Rûsiyê bike an çavdêriya wan bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 15:37 Asia/Tehran
  •  Tirkiye nahêle ku Emerîka seredana mûşekên S-400 ên Rûsiyê bike

Sputnikê ji zarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihandiye ku Tirkiye dê tu carî derfetekê pêk neyne ku Emerîka bikaribe seredana sîstema berevaniya hewayî ya mûşekên S-400 a Rûsiyê bike an çavdêriya wan bike.

Li gorî rapora IRNAyê, vê ajansê  roja pêncşemiyê nivîsî ku Mewlûd Çawûşoglu ev gotina roja çarşemiyê li hevdîtina  Elêksî Yerxov balyozê Rûsiyê li Enqerê hilêxistiye. Vê ajansê  ji zarê yek ji  çavkaniyên nûçan ku navê wê ranegihandiye, îdia kir ku  tu muzakireyek navbera rayeadrên  Tirkiyê û Emerîkayê bo hilkolandina  şêwaza karê mûşekên  li dijî hewayî yên S400  a Rûsiyê cih nehatiye.  Çend rojan berî niha  rojnama Blombêrgê îdia kir ku rayedarên  Tirkiyê vê dawiyê bi Emerîkayê re li hev kirine ku Waşengton bikaribe piştî wergirtina mûşekên  S-400 ên Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê li bara  kar û  qaweta wan lêkolînê bikin.