Tankên artêşa Tirkiyê derbasî nava Sûriyê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299648-tankên_artêşa_tirkiyê_derbasî_nava_sûriyê_bûn
Televîzyona NTV`yê, çend deyqan beriya niha raporeke zindî ji sînorê Qarqamîşa Tirkiyê bi weşandina hin wêneyên zindî li ser derbasbûna tankên artêşa Tirkiyê bo axa Sûriyê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 15:23 Asia/Tehran
  •  Tankên artêşa Tirkiyê derbasî nava Sûriyê bûn

Televîzyona NTV`yê, çend deyqan beriya niha raporeke zindî ji sînorê Qarqamîşa Tirkiyê bi weşandina hin wêneyên zindî li ser derbasbûna tankên artêşa Tirkiyê bo axa Sûriyê agahî da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, televîzyona  NTV`yê, çend deyqan berî niha li raporeke  zindî ji sînorê Qarqamîşa Tirkiyê bi weşandina  hin wêneyên zindî  li ser derbasbûna  tankên artêşa Tirkiyê ser axa Sûriyê agahî da.

 Nûçegîhanê şandî yê NTV`yê bo sînorê Tirkiyê li vê rapora vîdyoyî diyar kir: Çend deyqan berî niha tankên  Lêopard gihêştine  sînorên Sûriyê û li halê derbasbûna nava  axa Sûriyê ne. Tankên  Leopard  tankên herî modern ên artêşa Tirkiyê ne û pêştir jî li operasyona  çiqila Zeytûnê li Efrînê hatibûn xebtandin. Ev tank bi parastina trimbêlên  zirihî yên Kobra û Kerpî ji Kîlîsê bo Qarqamîşê hatin eguhestin û li halê derbasbûna  nava Sûriyê ne. Guhestina hêzan ji roja şemiyê pir zêde bûne û cihê herî zêde  yê şandina  van hêzana bo navça sînorî ya El-Bîliyê li Kîlîsê, navça  sînorî ya  Oncopînarê û navça sînorî ya Qarqamîşê bû.