Tankên artêşa Tirkiyê derbasî nava Sûriyê bûn
Televîzyona NTV`yê, çend deyqan beriya niha raporeke zindî ji sînorê Qarqamîşa Tirkiyê bi weşandina hin wêneyên zindî li ser derbasbûna tankên artêşa Tirkiyê bo axa Sûriyê agahî da.
Li gorî rapora Kurd Pressê, televîzyona NTV`yê, çend deyqan berî niha li raporeke zindî ji sînorê Qarqamîşa Tirkiyê bi weşandina hin wêneyên zindî li ser derbasbûna tankên artêşa Tirkiyê ser axa Sûriyê agahî da.
Nûçegîhanê şandî yê NTV`yê bo sînorê Tirkiyê li vê rapora vîdyoyî diyar kir: Çend deyqan berî niha tankên Lêopard gihêştine sînorên Sûriyê û li halê derbasbûna nava axa Sûriyê ne. Tankên Leopard tankên herî modern ên artêşa Tirkiyê ne û pêştir jî li operasyona çiqila Zeytûnê li Efrînê hatibûn xebtandin. Ev tank bi parastina trimbêlên zirihî yên Kobra û Kerpî ji Kîlîsê bo Qarqamîşê hatin eguhestin û li halê derbasbûna nava Sûriyê ne. Guhestina hêzan ji roja şemiyê pir zêde bûne û cihê herî zêde yê şandina van hêzana bo navça sînorî ya El-Bîliyê li Kîlîsê, navça sînorî ya Oncopînarê û navça sînorî ya Qarqamîşê bû.