Şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê: Kêmbûna dengên AKP li hilbijartina 2019`an hetmî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299642-Şîrketa_lêpirsînê_ya_mêtropolê_kêmbûna_dengên_akp_li_hilbijartina_2019_an_hetmî_ye
Profesor Ozer Sencer, rêvebirê şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê ya Tirkiyê li axiftinekê diyar kiriye: Kêmbûna dengên AKP( Partiya Dad û Geşepêdanê) li hilbijartina 2019`an hetmî ye lê asta vê kêmbûnê dê tivdîrên ku li warê aborî cih werin, kivş bike
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 12:47 Asia/Tehran
  •  Şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê: Kêmbûna dengên AKP li hilbijartina 2019`an hetmî ye

Profesor Ozer Sencer, rêvebirê şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê ya Tirkiyê li axiftinekê diyar kiriye: Kêmbûna dengên AKP( Partiya Dad û Geşepêdanê) li hilbijartina 2019`an hetmî ye lê asta vê kêmbûnê dê tivdîrên ku li warê aborî cih werin, kivş bike

 Li gorî rapora  Kurd Pressê û ji zarê Dikenê, Profesor Ozer Sencer, rêvebirê şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê ya Tirkiyê li axiftinekê  bal kişand s er dawîn lêkolîn û lêpirsînên  cih hatî ji aliyê vê şîrketê  ser mijara hilbijartina  şaredariyên 2019`an a zayînî yên Tirkiyê diyar kiriye: Asta  dengên ku dê AKP li vê hilbiajrtinê bi dest xîne heta pêka  hilbijartinên 24 Hezîrana 2018an jî kêmtir bibe. kêmbûna  dengên AKP hetmî ye lê asta vê kêmbûnê dê tivdîrên ku li warê aborî cih werin,  kivş bikin.

 Wî di dewama  gotinên xwe destnîşan kir: Hilbijartinên herêmî bo partiya Serdest pêka hilbijartinên nûnerên parlemana Tirkiyê dijwartir e. Li hilbijartinên  herêmî heta ger pirsgirêk û qeyranên mezin jî li welêt tunebin alîgirên  partiya serdest bi hegerên curbicur dikarin ji vê partiyê nerhet bin û ev mijaradê bandorê ser sindûqan dayne. Bi vî awayî hişyariyê didine partiya serdest. Li vê dewrê asta kêmbûna  dengan dê pir giringiya xwe hebe.

 Hêjayî gotinê ye, partiya AKP li hilbijartinên 24 Hezîrana  2018`an a zayînî karîbû sedî 42.56 a dengan  bi dest bixe.