Şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê: Kêmbûna dengên AKP li hilbijartina 2019`an hetmî ye
Profesor Ozer Sencer, rêvebirê şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê ya Tirkiyê li axiftinekê diyar kiriye: Kêmbûna dengên AKP( Partiya Dad û Geşepêdanê) li hilbijartina 2019`an hetmî ye lê asta vê kêmbûnê dê tivdîrên ku li warê aborî cih werin, kivş bike
Li gorî rapora Kurd Pressê û ji zarê Dikenê, Profesor Ozer Sencer, rêvebirê şîrketa lêpirsînê ya Mêtropolê ya Tirkiyê li axiftinekê bal kişand s er dawîn lêkolîn û lêpirsînên cih hatî ji aliyê vê şîrketê ser mijara hilbijartina şaredariyên 2019`an a zayînî yên Tirkiyê diyar kiriye: Asta dengên ku dê AKP li vê hilbiajrtinê bi dest xîne heta pêka hilbijartinên 24 Hezîrana 2018an jî kêmtir bibe. kêmbûna dengên AKP hetmî ye lê asta vê kêmbûnê dê tivdîrên ku li warê aborî cih werin, kivş bikin.
Wî di dewama gotinên xwe destnîşan kir: Hilbijartinên herêmî bo partiya Serdest pêka hilbijartinên nûnerên parlemana Tirkiyê dijwartir e. Li hilbijartinên herêmî heta ger pirsgirêk û qeyranên mezin jî li welêt tunebin alîgirên partiya serdest bi hegerên curbicur dikarin ji vê partiyê nerhet bin û ev mijaradê bandorê ser sindûqan dayne. Bi vî awayî hişyariyê didine partiya serdest. Li vê dewrê asta kêmbûna dengan dê pir giringiya xwe hebe.
Hêjayî gotinê ye, partiya AKP li hilbijartinên 24 Hezîrana 2018`an a zayînî karîbû sedî 42.56 a dengan bi dest bixe.