Google li ser daxwaza Tirkiyê nexşeya Kurdistanê rakir
Kanûn 27, 2018 07:30 Asia/Tehran
Kompaniya Google li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê nexşeya Kurdistanê ji ser nexşeya xwe rakir.
Rakirina nexşeya Kurdistanê ji beşa Îngilîzî ya nexşeya Googleê piştî wê yekê hat ku berî niha Wezîrê Gihandinê yê Tirkiyê Cahit Turhan li parlemana Tirkiyê ragihandibû ku ji bo rakirina nexşeyê serlêdana Google kirine û di vê mijarê de di peywendiyê de ne.
Di dawiya meha Cotmeha îsal de Fraksiyona ÎYÎ Partî li parlemana Tirkiyê mijara nexşeya Kurdistanê ya li beşa Îngilîzî ya nexşeya Googleê xiste rojeva parlementoyê û ji Wezîrê Gihandinê daxwaz kir ku li ser vê mijarê bersiv bide çend pirsan.