Perlemana Almanyayê: Tirkiye li Sûriyê hêzeke dagirker e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299628-perlemana_almanyayê_tirkiye_li_sûriyê_hêzeke_dagirker_e
Di rapora pisporên Parlemana Almanyayê de raporek derbarê hêzên Tirkiyê li Sûriyê hatiye amadekirin. Di raporê da hatiye gotin ku hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê dagirkerî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 06:13 Asia/Tehran
  • Perlemana Almanyayê: Tirkiye li Sûriyê hêzeke dagirker e

Di rapora pisporên Parlemana Almanyayê de raporek derbarê hêzên Tirkiyê li Sûriyê hatiye amadekirin. Di raporê da hatiye gotin ku hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê dagirkerî ye.

Ajansa fermî ya Almanyayê DPAyê ragihand ku rapor ji aliyê Partiya Çep a Almanyayê va hatiye amadekirin û bo Parlemana Federal hatiye pêşkêşkirin. Herwiha di raporê da hatiye gotin ku hebûna hêzên Tirkiyê li bajarên weke Afrîn, Azez, Cerablûs, El Babê karekî dagirkerî û neqanûnî ye.

Herwiha Hevseroka Koma Partiya Çep li Parlemana Federal a Almanyayê, di raporê da aşkere kiriye ku hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne meşrû ye û divê Tirkiye dawî li wî karî bîne.