2 wezîrên Trikiyê serdana Rûsyayê dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299627-2_wezîrên_trikiyê_serdana_rûsyayê_dikin
Berdevkê AKPê ragehand ku biryar e roja Şemiya bê 2 wezîrên Tirkiyê serdana Rûsyayê bikin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2018 06:01 Asia/Tehran
  • 2 wezîrên Trikiyê serdana Rûsyayê dikin

Berdevkê AKPê ragehand ku biryar e roja Şemiya bê 2 wezîrên Tirkiyê serdana Rûsyayê bikin

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê li ser zarê Berdevkê AKPê Omer Çelîk ragehand ku Wezirê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglu û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar roja Şemiya bê serdana Moskoyê dikin.

Wî herwiha da zanîn ku serdana wan herdu wezaran di çarçoveya amadekariyên Tirkiyê de ne bo destwerdaneke leşkerî di Rojhilatê Feratê de.

Herwiha serokê Tirkiyê jî berî niha ragehandibû ew ê di heyama çend rojan de dest bi operasyoneke laşkerî li Rojhilatê Feratê bike.