Rexneya Çawûşoglû ji helwêstên welatên Ereb ên navçê li hember Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299605-rexneya_Çawûşoglû_ji_helwêstên_welatên_ereb_ên_navçê_li_hember_yemenê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, helwêstên şerrxwazane yên hin welatên Ereb ên dorhêla Kendava Farsê dijî xelkê Yemenê rexne kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2018 12:33 Asia/Tehran
  • Rexneya Çawûşoglû ji helwêstên welatên Ereb ên navçê li hember Yemenê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, helwêstên şerrxwazane yên hin welatên Ereb ên dorhêla Kendava Farsê dijî xelkê Yemenê rexne kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Mewlûd Çawûşoglû, roja sêşemiyê ragihand: Siyaseta ku eva 5 sal in hin welatên Ereb ên dorhêla kendava Farsê li hember Yemenê girtine ber xwe, ji destpêkê va şaş bûn.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê herwiha got: Şerrê welatên wekî Erebistan û Imaratê li Yemenê, encamên biêş û bikaresat li dû xwe ve anîn ku mirina bi hezaran jin û zarokên yemenî li bombebaranan û mirina hejmareka zav a xelkê Yemenê ji ber birsîtî û nexweşiyê ji wan in.

Çawûşoglû herwiha ji Rêxistina Hevkariya Îslamî xwest ji bo hilkolandina qeyrana Yemenê bi armanca bidawîanîna şerr û pevçûna li vî welatî di 10`ê Çileya 2019`an de civînekê li dar xîne.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.