Îzna şandina leşkerên NATO`yê ji axa Tirkiyê bo Efxanistanê hate dirêjkirin
Kanûn 26, 2018 12:26 Asia/Tehran
Parlimana Tirkiyê dema îzna şandina hêzên NATO`yê ji axa vî welatî bo Efxanistanê bo du salên din jî dirêj kir.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, ev qanûna vê îznê dide dewleta Tirkiyê ku ji 6`ê Çileya sala 2019`an ve, leşkeran ji bo piştgîriya ji pêisparteya piştevaniya ji NATO`yê bişîne Efxanistanê.
Qanûna dirêjkirina dema şandina serbazan bo Efxanistanê li Parlimana Tirkiyê, cara yekem di sala 2015`an de hate pejirandin.
Nêzî 12 hezar leşkerên biyanî ji 28 welatên NATO`yê û 14 welatên din pişta pêisparteya NATOyê li Efxanistanê digirin.