Li Liceya Amedê dîsa derketina derve ji gundiyan re hat qedexekirin
Kanûn 26, 2018 08:52 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê li çend gundên navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê), bi heceta operasyona serbazî li dijî PKKê, careke din derketina derve ji xelkê re qedexe kir.
Walîtiya Amedê ragihand, di çarçoveya şerê li dijî PKKê de li 7 gundên Licê derketina derve heta fermanekî nû qedexe ye û divê welatî pabendî vê yekê bin û ji malên xwe dernekevin.
Li gor zanyariyan, piştî qedexekirina derketina derve arteşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê operasyon da destpêkirin.
Berî 2 rojan dîsa bi heman hêcetê û li heman gundan derketina derve hatibû qedexekirin.
Hikûmeta Tirkiyê eva çend sal in bi heceta şerê li dij PKKê her car li gund û bajarên kurdan fermana qedextiya derketina derve dide xelkê û jiyan ji wan re dijwar û zehnmet kiriye.