Wezîrê karên derve yê Tirkiyê: Cîhanê ketina Tirkiyê nav rojhilatê Firatê qebûl kiriye
Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, îdia kir: Cîhanê ketina Tirkiyê nav rojhilatê Firatê qebûl kiriye û artêşa vî welatî wê ji bo ketina nav rojhilataê Firatê pirr li bendê nemîne.
Li gorî rapora rojnama Haber Turk`ê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawuşoglû, ragihand: Tirkiye micid e ku derbasî rojhilatê Firatê bibe. Çavuşoglu herwiha got, têkildarî vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, dê hemahengî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de heye.
Mewlûd Çawuşoglû têkildarî amadekariyên ji bo operasyona leşkerî ya Tirkiyê li rojhilatê Feratê û biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyniyên nû da.
Mewlûd Çawuşoglû careke din ragihand, ku Tirkiye pêşwazî li biryara Amerîkayê ya ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dike û diyar kir, li ser mijara vekişîna hêzên amerîkî ji Sûriyê, ew ê bi Amerîkayê re di nava hemahengiyê de bin û got: Di her astekê de, ew bi Amerîkayê re hevdîtinan dikin.
Çawuşoglu got, lê belê nabe ku pêvajoya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê xizmeta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê da xuyakirin ku ji bo gotûbêjkirin û nirxandina pêvajoya vekişîna hêzên Amerêkayê ji Sûriyê, ew dê serdana Rûsyayê bike.
Mewlûd Çawuşoglû destnîşan kir, heta ku Amerîka ji Sûriyê vekişe, dibe ku nexşerêya Minbicê jî were cîbicîkirin.
Li ser mana hêzên Fransayê li nav axa Sûriyê jî, Çawuşoglu got: Eger Fransa ji bo parastina YPGê li Sûriyê bimîne, ti sûda wê yekê ji bo wî welatî nabe. Pêwîst e piştî vekişînê, valahiya ku li herêmê çê dibe, nekeve xizmeta terorîstan. Bi biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe, hemû xeyalên YPGê vala derketin. Me pêvajoya bendewariya ji bo operasyona rojhilatê Firatê derbas kir.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê herwiha îdia kir: DAIŞ li her cihekê Sûriyê be, ew dê li dijî wê şer bikin û wan cihan li çekdarên wê rêxistinê paqij bikin.
Mewlûd Çawuşoglû got: Di têkoşîna li dijî DAIŞê de, ji bilî terorîstan em dê bi her kesî re hevkariyê bikin.
Çawuşgolu derbarê rewşa Minbicê û egera operasyona artêşa wî welatî li Mibicê de jî axivî û got: derbasbûna Tirkiyê bo nav Minbicê him ji aliyê Amerîkayê ve û him jî ji aliyê cîhanê vet ê qebûlkirin û tekez kir: Tirkiye ku bêje ez ê derbasî Sûriyê bibim, dê derbas bibe.