Wezîrê berevaiya Tirkiyê: Her tişt ji bo operasyona li rojhilata Firatê hatiye plandarêştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299570-wezîrê_berevaiya_tirkiyê_her_tişt_ji_bo_operasyona_li_rojhilata_firatê_hatiye_plandarêştin
Xulûsî Akar, wezîrê berevaniya Tirkiyê, li axivtinekê bal kişand ser operasyona muhtemel a artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê û gotiye: Her tişt ji bo operasyona li rojhilata Firatê hatiye plandarêştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2018 13:39 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevaiya Tirkiyê: Her tişt ji bo operasyona li rojhilata Firatê hatiye plandarêştin

Xulûsî Akar, wezîrê berevaniya Tirkiyê, li axivtinekê bal kişand ser operasyona muhtemel a artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê û gotiye: Her tişt ji bo operasyona li rojhilata Firatê hatiye plandarêştin.

Li gorî rapora rojnama Miliyetê, Xulûsî Akar, wezîrê berevaniya Tirkiyê, li axivtinekê bal kişand ser operasyona muhtemel a artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê û gotiye: Her tişt ji bo operasyona li rojhilata Firatê hatiye plandarêştin.

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, ji bo operasyoneke li dijî Minbic û rojhilatê Firatê ew di nava amedekariyeke xurt de ne.

Wezîrê Parstinê yê Tirkiyeyê Xulûsî Akar dibêje, li pêşiya wan operasyoneke dijî rojhilatê Firatê û Minbicê heye. Ew ji bo vê operasyonê amedekariyeke xurt dikin û di demek guncav de ew ê operasyona xwe bikin.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê di demekê ye, duhî Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihandibû: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, bicihkirina wê armancê sedema mana hêzên me li wî welatî bû.”

Hulûsî Akar li dewama gotinên xwe îdiayeke komîk kiriye û gotiye: Hêzên çekdar ên Tirkiyê, li hemî operasyonbên xwe yên leşkerî, li hember xelkê Sûriyê dilovan bûye û wê bi vî awayî jî beredewam be.

Îdiaya Akar li halekê ye ku hêzên Artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re piştî dagîrkirina Efrînê ku bi kuştina gelek ji xelkê sivîl pêk hat, hîn jî xelêkê sivîl dikujin û digirin û şikence dikin û mal û milkên wan didizin. 

Dewleta Sûriyê jî hebûna leşkerên Tirkiyê li bakûra Sûriyê, binpêkirina aşkera ya hakimiyeta vî welatî daye zanîn û hin caran hin rapor ji êrişa leşkerên Tirkiyê û kesên çekdarên nêzîkî vî welatî li Efrînê ser xelkê vî bajarî têne weşandin.