Peskov: Erdogan derew dike ti planeke hevdîtinê tune ye
Erdogan gotibû wê ji bo mijara Sûriyê bi Putîn re rû bi rû hevdîtinê çêbike. Piştî daxuyaniya Erdogan Berdevkê Kremlîn, Dmitriy Peskov got: Erdogan derew dike ti planeke hevdîtinê tune ye.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna gruba xwe ya ku îro li darxistî de got ku dê di derheqê mijara Sûriyê de bi Putîn re rû bi rû hevdîtinê çêbike.
Piştî vê daxuyaniya Erdogan Berdevkê Kremlîn Dimitrî Peskov Erdogan derewîn da zanîn. Peskov got: “Ji bo niha tu planên hevdîtinê bi Erdogan re tune ye.
Niha ku serokê Amerîkayê Donald trump biryara derxistina hêzên xwe ji Sûriyê daye û kurdên Sûriyê ku li jinavbirina koma terorîst a DAIŞê li bakura Sûriyê roleke sereke lîst in xapand, Erdogan meydana êrişêa ser kurdên Sûriyê ji xwe re amade dîtiye û ji bo ku Rûsyayê jî bona vê êrişa xwe razîbike ji hevdîtina bi serokomarê vî welatî re diaxive.