Dozgerîya Enqerê: Bila parêzbendîya hejmareke parlimanteran bê ibtalkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299506-dozgerîya_enqerê_bila_parêzbendîya_hejmareke_parlimanteran_bê_ibtalkirinê
Dozgerîya Enqerê ji bo cihanîna hikmê zîndanê yê 68 parlimanterên vî welatî xwest ku parêzbendîya wan were ibtalkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2018 16:20 Asia/Tehran
  • Dozgerîya Enqerê: Bila parêzbendîya hejmareke parlimanteran bê ibtalkirinê

Dozgerîya Enqerê ji bo cihanîna hikmê zîndanê yê 68 parlimanterên vî welatî xwest ku parêzbendîya wan were ibtalkirinê.

Serokê Komsîyona Destûra Bingehîn a Parlimana Tirkîyê Bekir Bozdag piştî daxwaza dozgerîya Enqerê ya ibtalkirina parêzbendîya wan parlimanterana, ev yeka bi awayekî nivîskî gîhand parlimanteran ta ku demajoya ibtalkirina parêzbendîya wan 68 parlimanteran destpê bibe.

Şayanî gotinê ye ku dozgerîya Enqerê hikmê ji bo ibtalkirina parêzbendîya hemareke parlimanterên meclisa Tirkîyê, piştî dozvekirina Serokomarê vî welatî li dijî wan da.

Çendekê berî niha di merasima kutabûna dewra xwendinê ya hejmareke xwendekarên zanîngeheke Enqer da karîkatoreke Erdogîn bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa sîyasî ya Tirkîyê hat nîşandayînê ku weşandina wê li şebekeyên civakî ji hêla hin parlimanteran va bû sedema dozvekirina Serokomarê Tirkîyê li dijî wan.