Çawûşoglu: Nêtanyahû qatilê xemsar ê serdema modern e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299505-Çawûşoglu_nêtanyahû_qatilê_xemsar_ê_serdema_modern_e
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu li ser rûpela xwe ya twîtterê bi şidet rexne li serokwezîrê rejîma Îsraîlê kir û çend wêneyên kuştiyên Filistînî belav kir û got: Netanyahu zarokan dide ber bombeyan û termên mirovan dide ber pênan. Ew, qatilekî li ser xwe yê serdemê û berpirsê kuştina bi hezaran Filistîniyên bê guneh e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2018 15:49 Asia/Tehran
  •  Çawûşoglu: Nêtanyahû qatilê xemsar ê serdema  modern e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu li ser rûpela xwe ya twîtterê bi şidet rexne li serokwezîrê rejîma Îsraîlê kir û çend wêneyên kuştiyên Filistînî belav kir û got: Netanyahu zarokan dide ber bombeyan û termên mirovan dide ber pênan. Ew, qatilekî li ser xwe yê serdemê û berpirsê kuştina bi hezaran Filistîniyên bê guneh e.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Anadolu News`ê, Mewlûd Çawûşoglu bi weşandina peyamekê li twîtera xwe nivîsî: Tirkiye dê tu carî dev ji piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê bernede.

 Wezîrê karên dreve yê Tirkiyê ev peyama bi weşandina  hin wêne ji şehîd Fadî Ebûsalih û Fewzî El-Cuneydî ciwanê nûgihêştî yê 16 salî û sembola berxwedana Filistînê weşand.

Piştî ku serokwezîrê Rejîma Îsraîl Binyamîn Netanyahu bersiva daxuyaniyên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, “em ne cihûyên Îsraîlê ne ku termên mirovan bidin ber pênan…”, da, sê rayedarên Tirkiyê bi hev re bersiva wî dan ku bersiva herî tund ya wezîrê derve yê Tirkiyê ye.

Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Benjamin Netenyahu di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan nikare şîret û dersa exlaq bide me û artêşa Tirkiyê bi dagirkirina bakûrê Qibrîsê û serjê kirina jin û zarokên kurdan li bakûrê Sûriyê û di nav Tirkiyê bi xwe de tawanbar kir.

 Bêtifaqiyên li bara mesela Filistînê  carnan dibin wek devojeniyên  navbera  rayeadrên  Tirkiyê û Rejîma siyonîstî.

 Tirkiye yekim welatê îslamî ye ku Îsraîl li sala 1949`an bi fermî nas kir.