Tirkîyê karwanekî din ê leşkerî şand sînorê Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299497-tirkîyê_karwanekî_din_ê_leşkerî_şand_sînorê_sûrîyê
Tirkîyê karwanekî din ê leşkerî digel alavên giraqn şand sînorê vî welatî û Sûrîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2018 13:42 Asia/Tehran
  • Tirkîyê karwanekî din ê leşkerî şand sînorê Sûrîyê

Tirkîyê karwanekî din ê leşkerî digel alavên giraqn şand sînorê vî welatî û Sûrîyê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Ew karwana ji alavên giran, zêrêhpûş, hêzên polîs û cendirmên ji qereqolên seranserî vî welatî pêk hatîye ku Artêşê ew şandîye şarê Beylî ser bi parêzgeha Kilîsê.

Li gorî vê raporê, ew karwana ji bo xurtkirina yekîneyên leşkerî yên li sînorên vî welatî û Sûrîyê hatîye şandinê. Duh hêzên leşkerî yên Tirkîyê bi zêrêhpûşan derbasî parêzgeha Kilîsê bûn.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku nivîsgeha wê li Londonê û ser bi neyarên sûrî ye jî ragihand: Tirkîyê karwanê leşkerî digel alavên giran şandine bakura Sûrîyê û nêzîkî devera di bin kontrola kurdên ku Enqerê gefa êrişa ser wan kirîye.

Şandina vî karwanî çend rojan piştî biryara çaverênekirî ya Serokomarê Amerîkayê pêk hatîye ku ku got ew ê hêzên amerîkî yên li bakura rojhilata Sûrîyê vekişîne.

Di dewama daxûyanîya Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê de hatîye ku nêzî 35 tan û alavên giran ên leşkerî û zêrêhpûş ji derîyê sînorî yê Cerablusê derbas bûne.

Rêvebirê Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê Ramî Evdilrehman ji Ajansa Nûçan a Fransayê re got: Ew karwana li nêzîkî çemê Sacûrê di navbera Cerablus û Minbicê da ku ne ewqasî dûrî rêzên pêşîn ên hêzên Civata Leşkerî ya Minbicê ye bi cih bûye.

Berpirsek di nav Civata Herêmî ya Çekdar a Dijî Hikûmeta Sûrîyê jî ku Tirkîye pişta wê digire, bicihbûna wî karwanî piştrast kir.