Nejadperestan li Tirkiyê ji ber axaftina bi kurdî kesek kuştin
Li bajarê Sakarya yê Tirkiyê, bav û kurekî kurd yekşema borî bi sedema ku bi kurdî peyivîbûn rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn. Herwiha hate zanîn ku bavê bi navê Qadir Sakçi (43 salî) ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku bav û kurekî kurd li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyê jiber bi kurdî axivîne rastî êrîşê hatine û bavê bi navê Qadir Sakçi 43 salî wefat kiriye. Herwiha Kurê wî yê 16 salî yê bi navê Burhan Sakçi jî hîn li nexweşxanê tê dermankirin.
Çîroka êrîşa ser bav û kurên ji bajarê Mûşê wiha ye:
Qadir Sakçi dema ku çûye kurê xwe Burhan ji berber(selmaniyê) werîne, kesekî bi navê Hikmet Usta (55 salî) û hevalên xwe nêzîkî wan bûne û rê li ber wan girtine.
Dema ku dîtine bi kurdî diaxivin, êrîşkaran ji wan pirsiye; “hûn kurd in, yan Sûriyeyî ne? Û piştî bersiva ‘erê em kurd in” demançe derxistine û gulle bi ser wan de reşandine.
Hat ragihandin ku êrîşkar Hikmet Usta li bajarê Bursayê hatiye destigîrkirin û ji polîsan re gotiye, ‘Tiştek nayê bîra min, ez serixweş bûme”.
Ji dema despêbûna dubare ya şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKKê û ji ber axivtin û helwêstên rayedarên dewleta Tirkiyê hestên nejadperestiya li dij kurdan ku nêzîkî ji sedî 30 nifûsa Tirkiyê pêk tîne zêde bûne.