Tirkiye dixwaze li Kerkûk û Necefê jî konsûlxanên xwe veke
Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê ragihand, Tirkiye dixwaze li bajarê Kerkûk û Necefê jî konsûlxanên xwe veke.
Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê, Fatih Yildiz ji ajansa Anadolu re gotiye, wî bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye bihêlin Tirkiye li bajarên Kerkûk û Necefê jî konsûlxanên xwe veke.
Fatih Yildiz daye zanîn, ew dê li wan bajaran ofîsa vîzeya Tirkiyê jî vekin û vîze jî bidin xelkê wan bajaran.
Wî dîplomatê Tirkiyê li ser girîngiya Kerkûkê ji bo Tirkiyê îdia kiriye: Kerkûk ji ber hebûna turkmenan di nav vî bajarî de ji bo Tirkiyê gelekî girîng e. Ereb û kurd û mesîhiyên bajêr jî ji Tirkiyê hez dikin û daxwaz dikin Tirkiye konsûlxaneya xwe li Kerkûkê veke.
Sefîrê Tirkiyê li Bexday, her wiha daye zanîn dê konsûlxaneyên xwe yên Besra û Mûsilê jî ji nû ve vekin.
Konsûlxaneya Tirkiyê ya Mûsilê ji ber şerê DAIŞê hatibû girtin û ya Besrayê jî ji ber alozî û xwepêşandanên îsal yên bajêr hatibû girtin.