Erdogan: Ji ber hin rûdanan, me operasyon bipaş xistiye
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku beriya niha gefa operasyonê bi ser Rojhilatê Firatê û herêmên kurdî yên Sûriyê xwaribû aşkere kir ku piştî demekê wê dest bi tevgerê bikin li rojhilatê Firatê û bo demkî wan operasyon bipaş xistiye.
Erdogan li The Grand Tarabya Otêlê di Merasima Xelatê ya 500 Îxracatkarên Mezin Yên Xizmetê Yên Tirkiyeyê da axivî û di xeberdana xwe da destnîşan kir bi saya atmosfera îstiqrar û ewlehiyê ku tesîs kirine û mîna roniya çavên xwe parastine, Tirkiye ji nû va vejiyaye û li ser kavilên xwe bilind bûye.
Herwiha Erdogan derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê jî wiha got:”Di encama hevdîtina ku me bi birêz Trump ra kir ji me ra wiha got; Hûnê DAIŞê ji vir derxin? Me jî got me derxist û ji niha pê va jî em ê derxin. Hûn bi tenê di qada lojîstikê da piştevaniya ji bo me pêwîst e bidin, wan jî dest bi vekişînê kir.”
Hêjaye were gotin ku li gor belge û şehidiyên 7 salên şer û pevçûnên li Sûriyê, Artêşa Tirkiyê li Sûriyê bi tenê li dij kurdan şer kiriye û qet gulleyek jî ber bi terorîstên DAIŞê neavêtine belkî welatê wan ji bo abora DAIŞê nift ji vê koma terorîstî dikirî.
Erdogan der heqê operasyona li rojhilatê Feratê da jî wiha got: "Ji ber xeberdana bi têlefonê ya bi birêz Trump ra, him ji ber pêwendiyên yekeyên me yên ewlehî û diplomasiyê û him jî ji ber daxuyaniyên Amerîkayê em ê demekê bisekinin, lê ev demeke bêdawî nîne."