Erdogan: Boykotên Amerîkayê ti bandorekê li pêwendiyên Îran û Tirkiyê nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299435-erdogan_boykotên_amerîkayê_ti_bandorekê_li_pêwendiyên_Îran_û_tirkiyê_nakin
Serokomarê Tirkiyê ragihand ku Tirkiye û Îrannahêlin boykotên Amerîkayê li ber armancên wan ên hevpar li babeta dabînkirina ewlehiya navçê bibin asteng.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Erdogan: Boykotên Amerîkayê ti bandorekê li pêwendiyên Îran û Tirkiyê nakin

Serokomarê Tirkiyê ragihand ku Tirkiye û Îrannahêlin boykotên Amerîkayê li ber armancên wan ên hevpar li babeta dabînkirina ewlehiya navçê bibin asteng.

Li gor rapora Anadolu Newsê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh li rûniştina dewra pêncan a Konseya Bilind a Hevkariyên Stratejîk ên Îran û Tirkiyê li Enaerê got: Tehran û Enqere wê boykot û zext û zorên Amerîkayê ji xwe re bikin derfeta berfirekirina pêwendiyan li warên aborî û ticarî.

Serokomarê Tirkiyê gotûbêjên xwe bi serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li Enqerê de wek xala werçerxan ji bo cihanîna hevhatin û rêketinamên ticarî yên du welatên Îran û Tirkiyê da zanîn û hêvîdariya xwe diyar kir ku danûstandinên ticarî navbera du welatan bigihêje 30 milyard dolaran.

Serokomarê Îranê şeva çarşemê ser deweta serokomarê Tirkiye ji bo beşdariya li rûniştina dewra pêncan a Konseya Bilind a Hevkariyên Stratejîk ên Îran û Tirkiyê  çû Enaerê.