Tirkiyê hêzên zêdetir şande ser sînorê Sûriyê
Tirkiye berdewam e li ser şandina hêzên xwe yên leşkerî bo ser sînorê Sûriyê ku ew prose ji sê heftî berî niha ve dest pê kiriye.
Derdora sê heftiyan e ku artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir ên piştevaniyê dişîne ser sînorê xwe yê hevbeş ê bi Sûriyê re. Artêşa Tirkiyê hêzên nû li sînorên herdu parêzgehên Kilîs li herêmên kurdî yên Tirkiyê û Hatayê li başûrê Tirkiyê bi cih dike.
Şeva bihorî (pêncşemê) 20ê Kanûna 2018ê jî, du karwanên din ên artêşa Tirkiyê, weke hêzên piştevaniyê gihîştin ser sînorî Sûriyê.
Ew herdu karwanên leşkerî, ji tank, topxane, zirêpoş û pêdawîstiyên locetîskî û çekên din ên giran û hejmarek serbazên ser bi yekîneya komandoyan pêkhatibû.
Karwaneke artêşa Tirkiyê gihîşte parêzgeha Hatayê û li navçeya sînorî ya Kurkhan ve bo nav axa Sûriyê hate şandin.
Herwiha karwaneke din a leşkerî gihîşte parêzgeha Kilîsê li herêmên kurdî yên Tirkiyê û ji wê derê ve ber bi sînorên herêmên kurdên Sûriyê hat veguhastin.
Ew hêzên nû dê bo navçeyên di bin kontrola Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê de li Bakurê Sûriyê û herêmên kurdî li Tirkiyê bêne şandin.
Li gor agahiyan, şandina wan hêzan weke amadekariyekê ye ji bo encamdana operasyona serbazî ya Tirkiyê bo ser navçeyên Rojhilatê Firatê.