Rûhanî bi fermî ji aliyê Erdoxên va hat pêşwazîkirin
Dr. Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê li Enqerê bi awayekî fermî ji aliyê hevtayê xwe yê tirk, Eroxxanê serokomarê Tikriyê va hat pêşweazîkirin.
Li gorî rapora IRNAyê ji Enqerê, Rûhanî ku ji bo beşdariya li pêncemîn civîna Konseya Bilind a Pêwendiyên Stratijîk ên Îran û Tirkiyê berêvariya Çarşemiyê çû Enqerê, îro li Koşka serokomartiya Tirkiyê ji aliyê Erdoxên va bi germî hat pêşwazîkirin.
Erdoxên bi zimanê farsî xêhatina Rûhanî kir û piştî belavbûna sirûdên fermî yên du welatan, du serokomaran gotûbêjên xwe dest pê kirin. Piştî bidawîhatina gotûbêjên dualî, gotûbêja desteyên fermî dê werin destpêkirin.
Wezîrê karên derve, Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Niftê, Bîjen Zengene û wezîrê pêşe, mnaden û ticaretê, Riza Rehmanî û serokdefterê serokomêr, Mehmûd Waêzî, Ferhad Dijpesend wezîrê karên abûrî û heyitiyê, Riza Erdekaniyan, wezîrê Hêzê û Xulamhisên Şafiyî Serokê Odeya bazirganî û pêşe û madenê û cotkariyê hevrêtiya Rûhanî li vê seferê dikin. Biryar e li vê seferê belgeyên cûrbicûr ên hevkariya navbera du welatan di warên cûrbicûr ên siyasî, abûrî û çandî werin wajokirin.