Axaftina têlêfonî ya wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299379-axaftina_têlêfonî_ya_wezîrên_karên_derve_yên_tirkiye_û_amerîkayê
Mewlûd Çawûşoxlû û Mayk Pompê wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê piştî ragihandina biryara dewleta Amerîkayê jibo derxistina çekdarên xwe ji Sûriyê, bi rêya têlêfonê axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2018 07:47 Asia/Tehran
  • Axaftina têlêfonî ya wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê

Mewlûd Çawûşoxlû û Mayk Pompê wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê piştî ragihandina biryara dewleta Amerîkayê jibo derxistina çekdarên xwe ji Sûriyê, bi rêya têlêfonê axivîn.

Ajansa nûçeyan a Anatoliyê Çarşemiyê bi şev tu raporek ji naveroka gotûbêja têlêfonî ya navbera wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê neweşandiye.

Li vî halî, rayedarekî bilind ê amerîkî ku navê wî nehatiye aşkirakirin roja Çarşemiyê li civîna şirovekirinê ya Koşka Sipî derbarê Sûriyê got: Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) pêvajoya derxistina hêzên xwe piştî biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê dest pê kiriye.

Vî rayedarê pileberz ê amerîkî got: Biryara derketina çekdarên amerîkî ji Sûriyê encama gotûbêja têlêfonî ya heftiya bihurî navbera serokoamrên Amerîka û Tirkiyê da nebû; Donald Trump tenê Erdoxan ji vê biryarê agah kir.

Berpirsekî wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) ji akanala amerîkî ya El Hure ra got: Du hezar û 130 kes ji hêzên yekîneya taybet a Amerîkî di rojên tê da dê terka axa Sûriyê bikin û wê li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi cih bibin.

Vî berpirsê amerîkî her wiha got: Derketina ji Sûriyê di qonaxa din da, baregeha El Tenef û navçeya 55ê bigire ber xwe û ev derketin renge bi qasî 100 rojan dem bibe.

Hevdem rayedarekî li Wezareta karên derve ya Sûriyê wek berteka derheqê biryara Amerîkayê ya derxistina hêzên xwe ji Sûriyê ragihand: Şam ji derketina hêzên amerîkî pêşwaziyê dike, lêbelê şik û gumana me li nêtên Waşîngtonê jibo chanîna biryara derketina tam ji Sûriyê heye.