Ahmet Turk: Hikûmeta Tirkiyê şaredariyên Bakur weke qereqolan lê kirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299360-ahmet_turk_hikûmeta_tirkiyê_şaredariyên_bakur_weke_qereqolan_lê_kirine
Siyasetmedar û serokê berê yê Şaredariya Mêrdînê, Ehmet Turk ragihand: Şaredariyên bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê bûne weke qereqolan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2018 16:22 Asia/Tehran
  • Ahmet Turk: Hikûmeta Tirkiyê şaredariyên Bakur weke qereqolan lê kirine

Siyasetmedar û serokê berê yê Şaredariya Mêrdînê, Ehmet Turk ragihand: Şaredariyên bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê bûne weke qereqolan.

Li gorî rapora Rûdawê, siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Şaredariya Mêrdînê, Ehmet Turk, ragihand: Sozên wan ên vê carê di hilbijartinên şaredariyan de ji bo xelkê, ev in ku bi ciddî xizmeta gelê xwe bikin û siyaseta biratiya gelan di nava Tirkiyê de bimeşînin.

Ehmed Turk dibêje Ew dizanin dê di pêşerojê de û bi taybet jî piştî hilbijartinên şaredariyan, hikûmeta Tirkiyê gelek astengiyan ji bo wan çêbike, lê tekez dike ku ew dê bi hemû hêza dengderên xwe xizmetê pêşkêşî xelkê hemû Tirkiyê bikin, bi Kurd, Tirk û Ereb û hemû gelên din ve.

Bi gotina Ehmet Turk, xelk bi hêz û bi berxwedan piştevaniya wan dike, lewma jî ew rewşa ku HDP ketiye têde, eger her hêzeke din a Tirkiyê ketiba vê rewşê, nedima û dê pûç biba.

Di beşeke din a axavtinên xwe de, siyasetmedarê Kurd ê dibêje, barekî giran li ser milê siyasetmedaran û  Kurdan heye û hêvî dike ku careke din îradeya gelê Kurd derkeve holê.

Siyasetmedarê Kurd, Ehemd Turk destnîşan kir, Kurd û Tirk ne dijminên hev in, lê hikûmeta Tirkiyê şaredariyên Bakûrê Kurdistanê weke qereqolan lê kirine û niha siyaseta zordariyê tê meşandin û demokrasî li ti dereke Tirkiyê nemaye.

Ehemd Turk herwiha got: Siyaseta me ev e ku siyasetek demokratîk û komareke demokratîk, ku hemû gelên Tirkiyê xwe têde bibînin, ava bibe, ji ber ku zor li hemû gelên Tirkiyê weke Kurdan tê kirin.