Ayhan Bîlgen wekî namzedê Şaredariya Qersê ya HDPê hat destnîşankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299357-ayhan_bîlgen_wekî_namzedê_Şaredariya_qersê_ya_hdpê_hat_destnîşankirin
Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ayhan Bilgen, ji bo hilbijartinên şaredariyan a Tirkiyê, weke namzedê Şaredariya Qersê ya HDPê hat destnîşankirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2018 16:18 Asia/Tehran
  • Ayhan Bîlgen wekî namzedê Şaredariya Qersê ya HDPê hat destnîşankirin

Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ayhan Bilgen, ji bo hilbijartinên şaredariyan a Tirkiyê, weke namzedê Şaredariya Qersê ya HDPê hat destnîşankirin.

Niha Serokê Şaredariya Qersê ji Partiya Hereketa Netewî (MHP), Murtaza Karaçanta ye. Karaçanda di hilbijartinên şaredariyan a 2014an de bi bidestxistina 11 hezar û 127 dengan, bûbû Serokê Şaredariya Qersê.

Ayhan Bilgen bi xwe ji bajarê Qersê ye. Di hilbijartinên 30ê Adara 2014an de li navçeya Seyhan a Adanayê, bû namzedê serokatiya şaredariyê yê HDPê. Piştre di Hezîrana 2014an de di duyemîn Kongreya Asayî ya HDPê de bû Cîgirê Serokê Giştî yê HDPê.

Di Hilbijartinên 2015an de weke parlementerê HDPê yê Qersê hat hilbijartin.

Herwiha di 1ê Mijdara 2015an de di hilbijartinên pêşwext de jî li bajarê Qersê cardin hat hilbijartin.