Pêgîriya Tirkiyê li ser şikesta planên Erebistanê li Kendava Farsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299315-pêgîriya_tirkiyê_li_ser_şikesta_planên_erebistanê_li_kendava_farsê
Berdevkê serokomarê Tirkiyê, planên Erebistanê yên di warê Kendava Farsê têkçûyî dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2018 14:03 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Tirkiyê li ser şikesta planên Erebistanê li Kendava Farsê

Berdevkê serokomarê Tirkiyê, planên Erebistanê yên di warê Kendava Farsê têkçûyî dan zanîn.

Îbrahîm Kalin, roja duşemiyê li hevpeyvîna bi rojnameya qeterê ya El Erebê, pêgîrî kir: Plana ku di sala 2017`an de ji aliyê hin welatên Ereb ên bi serokatiya Erebistanê bi armanca dorpêça aborî ya dijî Qeterê cih hat, kiryareka neadilane û fêlbazane bû ku tu bingeha xwe tunebû.

Berdevkê serokomartiya Tirkiyê, destnîşan kir: Welatên ku bi serkirdayetiya Erebistanê, Qeter dan ber dorpêça aborî, ne tenê negihîştin armancên xwe belki di encama vê siyaseta neadilane de, Qeter bihêztir jî bû.

Kalin herwiha got: Siyasetên rayedarên Siûdî yên li Kendava Farsê ji bilî zirar û xisara li welatên dorhêla vê kendavê, wê tu encameka din tunebe, her ji ber vê yekê em şîret li Riyazê dikin ku qeyrançêkirina xwe ya li navçê bi dawî bîne.

Erebistan, Misr, Imarat û Behrêyn ji 5`ê Hezîrana 2017`an ve ji ber hevdengnebûna Duhê bi siyasetên wan re, peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re birrîn û ji bilî sepandina boykotan, sînorên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî ser vî welatî girêdan.