Zêde ji 80 koçberên neqanûnî li Tirkiyê hatin girtin
Kanûn 18, 2018 12:39 Asia/Tehran
Garda perravî ya Tirkiyê, 87 koçberên neqanûnî li parêzgeha Izmîrê li rojavaya vî welatî girtin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, hêzên garda perravî ya Tirkiyê, van koçberên neqanûnî li navçeya Dîkîlî ya parêzgeha Izmîrê ku siwarî du qayiqan bûn girtine.
Tê gotin koçber welatiyên Efxanistan, Afrîqaya Navendî, Sûdan, Sûmalî, Sênêgal, Sûriye, Togo û Êrîtrê bûn.
Perravên Tirkiyê yên li deryaya Mêdîteranê bi taybet Deryaya Êjê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de ji wan derbasgehên deryayî yên veguhestina penaberan û yek ji cihên derbasbûne bêyî îzn û bixeter yên koçberan ber bi Ewrûpa û Yewnanistanê ve tê hesêb.