Erdogan: Bersiva Trump bo operasyonê erênî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299299-erdogan_bersiva_trump_bo_operasyonê_erênî_bû
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkere kir ku wî derbarê pêkanîna operasyonê bi Trump ra xeberdaye û bersiva Trump bo operasyona Firatê erênî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2018 07:26 Asia/Tehran
  • Erdogan: Bersiva Trump bo operasyonê erênî bû

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkere kir ku wî derbarê pêkanîna operasyonê bi Trump ra xeberdaye û bersiva Trump bo operasyona Firatê erênî bûye.

Serokomarê Tirkiyê duh di merasîmeka taybet bi Mewlana li Konyayê axivî. Di merasîmê da Erdogan der barê operasyona li rojhilatê Feratê da got ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axiviye û wiha dewam kir: "Çi dikin bila bikin me dev ji hedefên xwe bernedaye em ê dev jê bernedin jî. Em dizanin, dema ew vê tevgera bibiryar û serfiraz a welatê me dibînin har dibin."

Herwisa Erdogan destnîşan kir Serokê Amerîkayê Trump ji bo operasyonê bersîveke erênî dayê û wiha got: "Hefta çûyî me bi fermî îlan kir ku em ê operasyoneke eskerî li rojhilatê Feratê bikin. Em bi birêz Trump ra jî li ser vê axivîn. Wî jî bersiveke erênî da. Niha em dişopînin. Heta li herêmê terorîstê dawîn bê berterefkirin, em ê axên Sûriyê bihûst bihûst bigerin.Li ser xeta sînor a qasî 500 kîlomêtroyî bi taybetî bêyî ku zirarek li eskerên Amerîkayê bê li gor planên xwe em dikarin hema li Sûriyê dest bi operasyonên xwe bikin."

Heke ev gotina Erdogan rast be, eva cara çendan e ku Amerîkayê kurdan dixapîne û ew bona hedefên xwe bikar anîne û paşê li hemberî dijminên wan dest ji piştgiriya wan berdaye.