Tirkiyê amadetiya xwe bona êrişa ser bakurê Sûriyê raghand
Kanûn 17, 2018 17:07 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê amadetiya artêşa vî welatî bona êrişa ser bakurê Sûriyê li dijî komên kurd ên dijberê siyasetên Enqerê raghand.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, Receb Teyib Erdogan roja duşemiyê got ku artêşa Tirkiyê her demê amadeyî êrşa ser bakurê Sûriyê ye û tewsiye li komên çekdar ên dijberê dewleta Tirkiyê têkirin ku bila bi zûtirkê terka vê navçê bidin.
Serokkomarê Tirkiyê derstnîşan kir ku ger komên çekdar ên kurd terka Sûriyê nedin artêşa Tirkiyê li operasyona rojhilata Firatê dê wan derxînin.