Parlimanterekî CHP`yî: Dawîya pirranîya dîktatoran reva ji welêt bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299265-parlimanterekî_chp_yî_dawîya_pirranîya_dîktatoran_reva_ji_welêt_bûye
Parlimanterê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) bertekeke tund li hemberî Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan nîşan da û got: Qedera pirranîya dîktatoran reva ji welêt bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2018 09:16 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî CHP`yî: Dawîya pirranîya dîktatoran reva ji welêt bûye

Parlimanterê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) bertekeke tund li hemberî Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan nîşan da û got: Qedera pirranîya dîktatoran reva ji welêt bûye.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan vê dawîyê Serokê CHP`ê Kemqal Kiliçdaroglu bi tundî rexne kiribû û gotibû ku Kemal beg tu nikarî gel vexwînî kolanan. Te karî di 15`ê Tîrmehê da xwe xilas bikî lê vê carê tu vê derfetê bi dest naxî.

Li gorî rapora Rojnama Cimhûrîyetê, Parlimanterê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Bulent Tezcan di bersiva wê gefkirina Erdogîn da gotî: Qedera pirranîya dîktatoran reva ji welêt bûye.Heddê xwe bizane û aramîyê lihev nexe.

Wî herwiha got ku Erdogan Serokê CHP dide ber gefan. Banga pevçûna li kolanan dike. Qesra Serokomarîyê sîyasetê vediguherîne têrorîsmê. Lê bila ji bîr neke ku pirranîya dîktatoran di dawîyê da ji welatê xwe revîne.