Çavûşoglu: Dewleta Amerîkayê li ser radestkirina Fetullah Gulen bo Tirkîyê kar dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299252-Çavûşoglu_dewleta_amerîkayê_li_ser_radestkirina_fetullah_gulen_bo_tirkîyê_kar_dike
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu got ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan re gotîye ku dewleta Amerîkayê li ser radestkirina Fetullah Gulen bo Tirkîyê kar dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2018 04:00 Asia/Tehran
  • Çavûşoglu: Dewleta Amerîkayê li ser radestkirina Fetullah Gulen bo Tirkîyê kar dike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu got ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan re gotîye ku dewleta Amerîkayê li ser radestkirina Fetullah Gulen bo Tirkîyê kar dike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu bal kişand ser civîna G-20`ê ku 2 hefteyan berî niha li Arjantînê hat lidarxistinê û got ku Trump di wê civînê de ji Erdogîn re gotîye ku di halê karkirina ji bo radestkirina Gulen û kesên din da ye.

Wî herwiha got ku vê dawîyê hin lêkolînên bawerpêkirî yên FBI`yê derbarê şêwazên xwevedizîna sazîyên Gulen ji xeracê dîtine.

Di vî halî da parlimanterê Dêmokirat li Kongira Amerîkayê Bîl Pascrell wekî berteka li hemberî rapora derheq hewildana dewleta Amerîkayê ji bo radestkirina Gulen da got ku nabe Gulen bibe rehînê hewildanên Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji bo nuxumandina kuştina Cemal Qaşiqçî ser xêra binemala paşayê Seûdî ku roj bi rojê zêdetir qanûnan binpê dike.