Erdogan: Em ê 120 cêtên F-35`ê wergirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299238-erdogan_em_ê_120_cêtên_f_35_ê_wergirin
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan bal kişand ser pişkdarîya vî welatî di çêkirina cêtên F-35`ê da û got: Tirkîye wê 120 lib balafirên cengê wergire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2018 14:21 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em ê 120 cêtên F-35`ê wergirin

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan bal kişand ser pişkdarîya vî welatî di çêkirina cêtên F-35`ê da û got: Tirkîye wê 120 lib balafirên cengê wergire.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di axavtinekê de ragihand ku heta hin alavên ku Tirkîyê çêkirine di çêkirina hinek ji wan balafirên da tên bikaranînê.

Wî di pişkeke xeberdana xwe da jî got: Têkoşîna li hemberî têrorîstan yê berdewam be û em ê têrorîstan di nav çalên wan de binax bikin.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan herwiha got: Pirsgirêka avê ya Istenbolê jî dê heta sala 2040`an were çareserkirinê.