Çawûşoglu sersariya Ewrûpayê li hember kuştina Xaşuqçî rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299235-Çawûşoglu_sersariya_ewrûpayê_li_hember_kuştina_xaşuqçî_rexne_kir
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bêdengiya welatên ewrûpî li hember mijara kuştina Cemal Xaşuqçî rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2018 13:46 Asia/Tehran
  •  Çawûşoglu sersariya  Ewrûpayê li hember kuştina Xaşuqçî rexne kir

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bêdengiya welatên ewrûpî li hember mijara kuştina Cemal Xaşuqçî rexne kir.

 Li gorî raporaFars Newsê, Mewlûd Çawûşoglu roja yekşemiyê li civîna  Civata Dûhaya Qeterê got ku Enqere ji hemen destpêkê ve li bara lêkolîna li bara kuştina  Cemal Xaşuqçî micid bû lê welatên  ewrûpî çavê xwe ser vê kuştinê girêdane.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku faylên  dengî li bara  dosiya  rojnamevanê rexnegirê siûdî diselimîne ku pêştir  bo kuştina wî plan û bername hatibû darêştin.

 Çawûşoglu destnîşan kir ku viyana  Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bona şopandina  lêkolînên  li bara kuştina Cemal Xaşuqçî cidî bûye û Enqerê hin belge û lêzanîn li bara vê cinayetê dane welatên  ku dixwezin vê meselê bişopînin.

  Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Rejîma Alê Siûd 2 Cotmeha 2018`an  piştî çûyîna  nav konûslxana Erebistanê li Stembolê wenda bû û piraniya  çavkaniyên nûçan ragahndin ku ser fermana rasterast a Muhemed Bin Selman welîehdê siûdî hatiye kuştin.