Erdogan: Operasiyon li bakura Iraqê berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299226-erdogan_operasiyon_li_bakura_iraqê_berdewam_dike
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dîsa şeva çûyî gef li kurdan xwar û got ku operasiyona artêşa wî li bakura Iraqê berdewam dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2018 11:09 Asia/Tehran
  • Erdogan: Operasiyon li bakura Iraqê berdewam dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dîsa şeva çûyî gef li kurdan xwar û got ku operasiyona artêşa wî li bakura Iraqê berdewam dike.

Li gor rapora IRNA, Serokomarê tirk Erdogan bi vî îdiayê ku welatê wî ji bo parastina ewlehiya xwe sistiyê nake got: Ji bo jinavbirina talukeyên li ber Enqerê em li her derê ku pêwîst be êrişê bikin.

Li vê çarçovê de artêşa Tirkiyê ragihand ku balafirên cengê yên Tirkiyê li bakura Iraqê li çeperên PKK dan û ew bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy got: Operasiyona artêşa Tirkiyê li bakura Iraqê li dij kurdên bi çek berdewam dike.

Hikûmeta Tirkiyê van salên dawiyê bi heceta şerê li dij PKK gelek ji bakura Herêma Kurdistana Iraqê dagîr kiriye û bi vê hecetê bi caran gundên kurdan li herêmê bombebaran kirine û dane ber gullên hawan û top û tankan û gelek kesên sivîl jî kuştine, lê belê hikûmeta Herêmên ti bertekek cidî li hemberî vê yekê nîşan nedaye.