Li Efrînê teqînek bihêz qewimî
Kanûn 16, 2018 10:49 Asia/Tehran
Li bajarê kurdnişîn Efrînê yê bakura rojavaya Sûriyê teqînek bihêz qewimî, gele kuştî û birîndar hene.
Çend saetan beriya niha li nav bazara bajarê Efrînê teqînek bihêz qewimî. Tê gotin ku gelek kuştî û birîndar hene, lê hîn nayê zanîn çend kes in.
Çavkaniyên nêzîkî kurdan jî dibêjin, ew teqîn ji encama teqîna otomobîleke bombekirî bûye û di nav çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê de teqiya, tevahiya kuştî û birîndaran jî ew in.
Di dîmenên piştî teqînê de tê dîtin ku gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne, hinek ji qurbaniyan bi kincên serbazî ne û yên ku wan vediguhezin jî, hemû çekdar in.