Çavûşoglu: Boykotên Erebistanê li dij Qeterê nayên qebûlkirin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu duh li kêleka rûniştina navneteweyî ya 18-an li Duhaya Qeterêê di civîna nûçegihanan de got: Boykotên welatên erebî yên bi serkêşiya Erebistanê li dij Qeterê nayên qebûlkirin.
Li gor nûçeya IRNA, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu desnîşan kir ku berdewamiya boykotên Erebistanê li dij Qeterê nayên qebûlkirinû got: Duha bi derbaskirina qonaxên curbicur ên aborî, her diçe ji babeta aborî serbixwe dibe û hewcetiya wê bi welatên din kêm dibe.
Erebistan û hevpeymanên wê yên erebî yanî Mîrnişînên Erebî, Misr û Behreynê ji 5 Hezîrana 2017 pêwendiyên xwe yên dîplomatîk û aborî tev Qeterê qut kirin û riyên navbera xwe yên bejahî, hewayî û deryayî tev Qeterê girtin.Wezîrê derve yê Tirkiyê xwest ku bila Erebistan û welatên hanê pirsgirêkên navbera xwe û Qeterê çareser bikin.
Welatên hanê li 23 Hezîrana 2017 ji bo normalbûna pêwendiyên xwe bi Qeterê re 13 xwestek li ber vî welatî danîn yên wekî qutkirina pêwendiyên Qeterê bi Hizbullaha Libnanê û Îranê re û girêdana kanala Al-Jazeerayê û girêdana bergehên leşkerî yên Tirkiyê li Qeterê. Lê belê Duhayê ti yek ji xwestekên hanê qebûl nekir.
Mîrê Qeterê şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî vê dawiyê desnîşan kir ku krêza di navbera çar welatên erebî û Qeterê bûye sedem ku Qeter serbixwetir û bê hecetir bibe.