Mogherinî: Tirkiye divê xwe ji êrişa ser Sûriyê dûr bigire
Yekitiya Ewropayê (YE) daxwaz ji Tirkiyê kir ku xwe ji her êriş û çalakiyeke leşkeri ya li ser Sûriyê dûr bigre.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini duh di daxuyaniyekê de çalakî û êrişên Tirkiyê ser Sûriyê sedema çêbûna fukaran ji civaka cîhanî da zanîn û ji Tirkiyê xwest ku ti pêngaveke leşkerî li dij Sûriyê neavêje, çûnku kiryarên wiha dibin sedema lawazbûna hewldanên li dij terorê û koma terorîstî ya DAIŞê û di encamê de kiryarên wiha dibin sedema bê ewlehî û bê îstiqrariyê li Sûriyê.
Berpirsa siyaseta derve ya YEyê bi daxuyaniyekê daxwaz ji Tirkiyê kir ku rewşa leşkeri ya Sûriyê aloz neke û xwe ji çalakiyên leşkeri yên di nava axa wî welatî dûr bixe.
Mogherinî ragehand: ‘’Armanca hemû aliyan şerê teror û jinavbirina DAIŞê û wegerandina îstiqrarê bo Sûriyê ye. Bi vê têgehê ve em pêşbînî dikin desthilatdarên Tirkiyê jî xwe ji her pêngavekê ku bibe sedemê dûrketina wan armancan dûr bigrin.’’
Berî çend rojan serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehandibû ku dê di nava çend rojan de êrîş û operasyona rojhilatê Firatê bidin destpê kirin û daxwaz ji Amerîka kiribû ku dest ji alîkarîdayîn û peywendiyên li gel YPGê û HSDê berde.
Hikûmeta Tirkiyê di bin siya bê dengiya welatên rojavayê yên wek Amerîkayê heya niha du operasiyonên ser navê Mertala Firatê û Çiqilê Zeytonê li dij kurdên Sûriyê pêk aniye û parek mezin ji axa vî welatî dagîr kiriye. Herwiha li bakura Iraqê jî bi mihaneya şerê li dij PKKê bi dehan kîlomet ketiye nav axa Iraqê . Ev kiryarên dewleta Tirkiyê bûye sedema nerazîbûna dewletên Sûriyê û Iraqê.