YE û Amerîkayê Tirkiye hişyar kirin
Li gor zanyariyên çapemeniya Tirkiyê berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ragehandine ku hêzên HSDê û YPG di nav hêzên hevpeyman de ne û her êrîşek ji aliyê Tirkiyê ve li ser wan bê kirin, ew êrîş tê wateya ku êrîşe li ser Amerîkayê jî.
Berî çend rojan serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehandibû ku dê di nava çend rojan de êrîş û operasyona rojhilatê Firatê bidin destpê kirin û daxwaz ji Amerîka kiribû ku dest ji alîkarî dayîn û pêwendiyên li gel YPGê û HSDê berde.
Herwaha Yekitiya Ewropayê (YE) jî daxwaz ji Tirkiyê kir xwe ji yek alî çalakiyeke leşkeri ya li ser Sûriyê dûr bigre.
Berpirsa siyaseta derve ya YEyê Federica Mogherini bi daxuyaniyekê ragehand û daxwaz ji Tirkiyê kir, rewşa leşkeri ya Sûriyê aloz neke û xwe ji çalakiyên leşkeri yên di nava axa wî welatî dûr bixe.
Mogherinî ragehand: ‘’Armanca hemû aliyan şerê teror û jinavbirina DAIŞê û wegerandina îstiqrarê bo Sûriyê ye. Bi vê têgehê ve em pêşbînî dikin desthilatdarên Tirkiyê jî xwe ji her pêngavekê ku bibe sedemê dûrketina wan armancan dûr bigrin.’’